Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîla bi ser neket û nekarî encamê bi dest bixe, bi bikaranîna gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî sûcê xwe yê şer didomîne.

Artêşa Tirk, teqemeniyên ku bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin li dijî gerîla hîn jî bi kar tîne.

Herî dawî li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn.

Di dîmenên gerîla de tê dîtin, bê artêşa dagirker teqemeniyên qedexekirî çawa bi cih dike, piştî bi cih dike bi lez û bez baz didin û diteqînin.

Di encama teqînê de jî ji dîmenan tê fêhmkirin ku xisareke mezin li derdorê dibe û dûyê bi ser qadê dikeve bi sedan metreyî bilind dibe.