Artêşa Tirk a dagirker sê gundên navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan.
Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tırk bombe li gundên Şewarxe, Kela Şewarxe û Malikiyê barandin. Jîngehên sivîlan hatin bombekirin. Têkildarî detayên bomberdûmanê agahiyên zêde nehatin bidestxistin.
Hemwext gundên Şêx Îsa û Herbel ên Şehba bi çekên giran hate bombekirin.