Artêşa Tirk li Amed û Çewlikê dest bi êrişa leşkerî kir.
Li herêma nabera navçeyên Lice û Pasûrê yên Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, artêşa Tirk li bejahiya gundên Pêçar, Mizag, Xeşederê, Barav, Hamza û Axtiganê dest bi operasyonê kir.
Hate ragihandin ku ji hewayê êriş li hin qadên çiyayî hatiye kirin.
Li herêma operasyonê helîkopterên êrişê jî tên bikaranîn.
Her wiha hate ragihandin ku bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatine danîn.
Operasyon dewam dike.