Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker bi ‘yekîneyên veşartî’ li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. Operasyon li qadên Girê Hirmo, Hesena û Girê Çolya tê kirin.

Tê gotin, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike û operasyon wê berfireh bibe.
Beriya niha bi çend mehan, ‘yekîneyên veşartî’ yên artêşa Tirk li heman herêmê dest bi operasyonê kiribûn û ji hêzên gerîla derbên giran xwaribûn.