Ev sernavê nivîsa rojnamenan Pîrdogan Kemal e û dibêje; Mirina leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ji raya giştî tê veşartin.

Ev jî parçeyek ji şerê taybet e.

Artêşa Tirk li gel veşartina kuştiyên xwe, tabloyeke welê diafirîne ku mîna ew windahî yên Gerîla ne û raya giştî ya Tirkiyê û derve dixapîne.

Dewleta Tirk, ji malbatên leşkeran re dibêjin, ya birûskê lê xistiye û miriye, yan di çûyîna mizgeftê de winda bûye, şemitî ye û ji zinar de ketiye xwarê, yan jî xwe kuştiye.

Bi van derewan malbatan dixapînin.

Rojnamevan Pîrdogan Kemal bilançoya leşkerên Tirk ku di 3 salên dawî de hatine kuştin, dike û dibêje;

Di 2021’ê de 861 leşker mirin, 128 leşker jî birîndar bûn.

Di sala 2022’an 4 jê ajan, 12 kontra û 26 jê payebilind 2 hezar û 942 leşker mirin, 408 leşker jî birîndar bûn.

Dîse di sala 2023’an de 2 jê kontra, 7 jê payebilind bi giştî 919 leşker hatin kuştin, 128 jî birîndar bûn.

Di çarîka destpêka sala 2024’an de zêdeyî 100 leşkerên Tirk di operasyon û çalakiyên Gerîla de hatin kuştin.

Mixabin, ji bilî çend malbatên leşkeran, kes li pey vê rastiyê nakeve.

Ya balkêş jî ew e ku piraniya leşkerên mirine yên bi peyman in, yanî leşkerên ji bo pereyan şer dikin e.

Mirina serdarekî di şer de weke ‘ji ber krîza dil mir’ hate eşkerekirin.

Dewleta Tirk, hem di aliyê civakî de, hem di aliyê artêşê de, di nava rastiya AKP’ê de ketine nava çiraveke û nikare xwe ji jê rizgar bike.

Rojnanmevan Pîrdogan Kemal herî dawî dibêje, fermandarên artêşa Tirk di eniya şer de çiqasî bi rêbazên giran, dijwar û hişk haraket bikin jî, nikarin tirsa leşker ya ji Gerilla ji holê rakin.

Leşker dinava trawmayek dijwar de ne û ditirsin.

Rewşek metirsînî heye û divê civak li kuştina li nava artêşê bipirse.