Li navçeya Kelar a Germiyan îro Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo girtina ofîsa partî û rêxistinên siyasî û zextên li ser Tevgera Azadî çalakiyek lidar xist. Di serî de hêzên asayîşê rê nedan çalakger bi herikin li ber baregeha Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û mûdaxaleyî wan hate kirin. Ji ber mûdaxaleya Asayîşê 3 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê birîndar bûn. Hersê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê.
Tevî astengiya Asayîşa Kelarê gelek endam û alîgirên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û siyasetmendaran xwe gihandin baregeha Tevgera Azadî û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Di dema çalakiyê de hêzên asayîşê destûr bi rojnamegeran nedan ku dîmenên çalakiyê bigirin. Kesên ku bixwestan bi telefonên xwe dîmen bigirin jî, telefonên wan ji wan dihate standin.
Piştî danûstandinên di navbera endamên Tevgera Azadî û asayîşê de, lihevkirinek çêbû. Li gorî lihevkirinê wê endamên Tevgera Azadî li baregehê de bimînin û derî negirin. Wê hejmara hêzên asayîşê were kêmkirin û hinek xwe ji deriyê baregehê dûr bixin.
Şevê din dema ku hevserok û sê endamên Tevgera Azadî li Kelarê li baregeha Tevgera Azadî bûn, hêzên asayîşê li ser de girt û serî li wan de girtin. Piştî ku parlamentera Tevgera Goran Şîrîn Emîn çû baregeha Tevgera Azadî û li wê derê peywendî bi rayedarên asayîşê re kir, herçar hatin berdan.