Nivîskar Asli Erdogan got, Tirk ji dibistana seretayî ve li Kurdan hatine sorkirin.

Nivîskar Asli Erdogan a 52 salî ji rojnameya Le Soîr a Belçîkayê re axivî û qala dijberiya li Kurdan kir. Asli Erdogan got, “Em Tirk ji dibistana seretayî ve li Kurdan hatine sorkirin.

Li gorî rojnameyê nivîskar Asli Erdogan diyar kir ku HDP ne di nav de, CHP jî tê de hêzên siyasî hemû yên li parlamentê ‘terorîst’ in.

Asli Erdogan got, “Welatê min di nava neteweperestiyeke dijwar de ye. Ji ber vê yekê lîstikvanên sporê, rewşenbîr û mirovên ji rêzê piştevaniya hikumetê dikin.”

Nivîskar Asli Erdogan ji ber ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan rexne kir çar mehan di girtîgehê de hate hiştin. Niha li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li sirgûnê ye.

Ji bo Asli Erdogan di meha Tebaxê de xelata Vaclav-Havel hatibû pêşkêşkirin ku xelata “nivîskarên wêrek ên di nava metirsiyê de ne.”