Asûriyên Til Temirê, ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser wir giran kiriye, gotin, ”Em Erdogan û komên terorê qebûl nakin”. Her wiha bang li gelên cîhanê û saziyan kirin û gotin, “Ji bo terora Erdogan were rawestandin têkoşîna hevpar hewce ye.”
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomin. Van rojên dawî yek ji devera ku êrîşên giran diçin ser Til Temir e. Asûriyên li Til Temir li dij dagirkeriyê radiwestin û dibêjin, ”Em nikarin bi van terorîstan re bi hev re bijîn”.
Çeteyên ku niha Erdogan ”Artêşa Millî ya Sûriyê” ji wan re dibêje, 2015’an êrîş biribûn ser gundê Xabûrê yê Til Temir, bi dehan welatiyên Asûrî kuştibûn û bi sedan jê birîndar kiribûn. Şervanên YPG, YPJ’ê wê demê mudahele kiribû û bi sedan Asûrî ji komkujiyê xilas kiribûn û çete şikandibûn.
Niha jî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û bermayên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi navê ‘Artêşa Millî’ êrîşê dibine ser Asûran. Asûr bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û cîhanê dikin ku li dijî terorê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wan rawestin.
HER KES LI BER TERCÎHEKÊ YE
Yek ji Asûriyê ji Til Temirê Valantîna Harcîk got ji ber êrîşên Tirkan gelek Asûr ji bêgavî şûnwarê xwe berdane û got, ”Ji ber êrîşan hinan koç kir, hin man. Xerîbî giran e, jiyan zehmet e li xerîbiyê. Ji bo jiyana li xerîbiyê hewceyî bi madîyatê heye. Niha wê çi bi dahatuya zarokan were? Li vir dibistan hebûn, perwerde hebû. Lê niha hemû rawestiyane. Her kes li ber tercîhekê ye.”
FELAKET BI SER ME HEMÛYAN DE TÊ
Valentîna got, gelên herêmê û baweriyên li herêmê ya xwe kirine yek û têdikoşin û got, ”Dema ku felaketek tê bi ser me hemûyan de tê. Ne tenê bi ser Asûr, Ereb an jî Kurdan de. Qedera me hemûyan yek e. Em hemû gelên Sûriyê ne. Me hemûyan êşên giran dîtin. Ji ber ku felaketa ku tê li me hemûyan dixe. Em hemû bi hev re têdikoşin. Ez bawer im ku di vî şerî de em ê xurtir bibin.”
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Asûrê bi navê Borîs Yuhana jî bi pirsa, ”Erdogan doza çi li me dike?” dest bi axaftinê dike û dibêje, ”Niha em di şer de ne, rewşa me ne baş e. Lê beriya niha em aram bûn. Erdogan tê dixwaze me, birayên me yên Kurd û Ereb bikuje. Em nizanin çi ji me dixwaze. Bi rastî jî em nizanin. Em bang li gelê me yê li derve dikin ku rabin ser piyan û têkoşîneke şoreşgerî bidin.”
‘ERDOGAN Û KOMÊN WÎ YÊN TERORÊ ÊRÎŞÊ TÎNIN SER GEL Û BAWERIYAN’
Yuhana got, ”Bila rabin ser piyan û tişta ku bi serê me tê ji hemû cîhanê re bibêjin. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim. Bila li bara vê bêdeng nemînin”. Yuhanna her wiha got, ”Erdogan û koma wî ya terorê êrîşê tîne ser gelên mezlûm û bêguneh. Heqê wî nîne ku êrîşê bi ser me de bîne. Heqê wî tine ku êrîşê bîne ser Kurdan, Asûran, ti gel û baweriyan. Dixwaza xaka me dagir bike. Lê em vê qebûl nakin.”
‘EM ARAM BÛN’
Berpirsê Partiya Asûran a Til Temir Şemûn Kako dibêje Asûrî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê berevaniyê dikin û di nav rêveberiyê de ne jî û got, ”Van çar salan em bi aramî dijiyan. Erdogan û çeteyên wî yên terorê çavnebarî li vê kir û êrîş da destpêkirin. Em jî ji vê operasyonê re êrîşên talan û hilweşandinê dibêjin.”
‘EM BI VAN RE NAJÎN’
Kako her wiha got, ”Me êşên mezin dîtin. Lê ku ev êrîş bidomin em ê êşên mezintir bibînin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, bang li hemû cîhanê dikin ku li dijî vê hilweşandin û talanê rawestin.”
Kako herî dawî got, ”Ew bi navê azakirinê êrîşê tînin lê ji bo ku malên me, welatê me talan bikin êrîşê tîin. Ev êrîşa hilweşandina mezin e. Divê her kes zanibe ku ev terorîst in. Em bi van re najîn.”





