COLEMÊRG – Emîne Atak, dayika Necla Atak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku keça wê gotiye: “Desteke dayikan, desteka kesên li derve û desteke civakê pir girîng e. Ji xeynî berxwedanê alternatîfeke me ya din tune ye.” Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin 140 roj in didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Necla Atak e. Atak, ji Gevera Colemêrgê ye û di 17’ê Cotmeha 2017’an de hatiye grtin û nêzî 200 sal ceza jê re tê xwestin. Atak, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Atakê Emîne Atak, xwest demildest tecrîd bi dawî bibe û got: “Keça min got, êdî tecrîd veguheriye tiştekî pir ehlaqî û ew mecbûr mane li dijî tecrîdê têkevin greva birçîbûnê. Wexta bi me re diaxive moral dide me. Ji me re dibêje, ji bo tecrîd bi dawî bibe diviya ew têkevin greva birçîbûnê.” ‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ WEKÎ DIN TU RÊ TUNE NE’ Datik Atak, anî ziman ku keça wê gotiye: “Desteke dayikan, desteka kesên li derve û desteke civakê pir girîng e. Ji xeynî berxwedanê alternatîfeke me ya din tune ye.” Ataka, bilêv kir ku keça wê mafdar e û got: “Wexta zarokên me biçûk bûn û helîkopteran gund guleberan dikir, me xwe dixist ber keviran. Ciwanên gund, li pêy panzêrê dihatin kişandin. Hîn jîe w zilm û zext didomin. Loma divê em li ber xwe bidin.” Atak, diyar kir ku dengê civakê yê ji bo grevên birçîbûnê ne pir bilind e û got: “Li her derî bêdengî heye, lê belê li cihekî wek Geverê ez fêm nakim çima bêdengî heye. Berê li kuderê cîhanê zilm li kurdekî bihata kirin Gever qebûl nedikir, lê belê niha bêdeng e. Ev nayê qebûlkirin.” Atak, anî ziman ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de di asteke krîtîk de ye û ji bo mirin çênebin divê her kes tev bigere. Parve bike:
Atak ku 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ji xeynî berxwedanê alternatîfek din tune ye
