Sekretera jinan a KESK’ê Atasoy got, eger destwerdaneke civakî ya ku xwe dispêre têkiliya rast a navbera xweza, mirov, ked û zanistiyê neyê kirin, hingî sîstem wê bidome.

Sekretera Jinan a KEKS’ê Gulistan Atasoy diyar kir, ku maliyeta şewbê li kedkaran tê birîn û destnîşan kir, ev yek tê wateya bêkariyeke hîn zêde, mûçeyekî hîn kêm û xizaniyeke zêdetir.

Atasoy ji ANF’ê re axivî û diyar kir, demeke zehmet li pêşiya karker û kedkaran e. Atasoy destnîşan kir, tevdîrên aboriyê yên hatine eşkerekirin, mîna her carê piştgiriya aborî ya ji bo sermayeyê ye û got, bi vê yekê re gel û kedkaran hîn bêhtir ber bi xizaniyê ve dehf didin. Atasoy destnîaşn kir, desthilatdarî hewl dide hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aborî ve sûdê ji vê pêvajoyê werbigire.

Atasoy îhaleya li ser projeya Kanal Îstanbûl û destpêkirina projeya rantê ya li Saldayê weke mînak nîşan da û got, “Di paketên aboriyê de jî TÎS û grev li karkeran hate qedexekirin. Tevî ku derxistina ji kar hate qedexkirin jî heqê ku ji bo karê demkurt tê dayin daxistin hejmareke pêkenok ku ev jî bû sedem gelek karker bi zorê bikevin betlaneya bêheq. Karker û bi milyonan mirovên xizan di vê demê de li benda alîkariyekê bûn, lê belê dewletê nûmara xwe ya ÎBAN’ê da gel û dest bi komkirina alîkariyê ji bo xwe kir.”

Atasoy diyar kir, tercîhên aborî yên ku desthilatdariyê vê demê destnîşan kirine, nîşan didin ku demên zehmet li pêşiyar karker û gelan e û got, “Maliyeta şewbê wê hewl bidin vê demê jî dema bê jî li kedkaran û gel bibirin. Ev yek jî tê wateya bêkariyeke hîn zêde, mûçeyekî hîn kêm û xizaniyeke zêdetir.”

BANDORA HERÎ GIRAN LI JINAN KIR

Atasoy destnîşan kir ku vê pêvajoyê bandora herî giran li jinan kir û ev bandor bi du aliyan ve vegot:

* Ji ber ku li qada ku şewbê bandora giran lê kiriye jin bi giranî lê ne, bû sedem ku kedkarên jin hîn bêhtir bi bandor bûn.

* Di pêvajoya karantînayê de karên li malê û berpirsyariya jinan bêhtir zêde bû, rêjeya tundiya li nava malê zêdetir bû.

Atasoy destnîşan kir ku desthilatdarî şewbê ji bo zêdekirina êrişên zayendÎperest weke firsendekê bi kar tîne.

BÊÇARETIYA SÎSTEMÊ

Sekretera Jinan a KESK’ê Gulistan Atasoy bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê daxwazên ji bo azadî û wekheviyê dubare kir û got, pirsgirêka global a heyî polîtîk e.

Atasoy eger têkiliyeke rast a navbera xweza, mirov, ked û zanistiyê neyê danîn, bi vî rengî destwerdaneke nû ya civakî neyê kirin wê sîstema heyî bidome û got, “Kapîtalîzma ku weke ku têk naçe tê nîşandan û netewe dewlet ku spartiya wê ye, bi rengekî eşkere bêçare bûne. Di rewşeke wiha de divê em 1’ê Gulanê ji bo avakirina jiyaneke nû, azad, wekhev û demokratîk bikin bingeha mezinkirina hêviyê.”