Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg doh li ser Twîtterê daxuyaniyek weşand û îdîa kir ku têkildarî aloziya ji ber provokasyona dewleta Tirk a li rojhilatê Derya Spî di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de derket, wê danûstandin dest pê bikin.

Lê belê hikumeta Yewnanistanê danê êvarê daxuyaniya Stoltenberg derewand. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de işaret bi daxuyaniya Stoltenberg hate kirin û hate gotin, “Agahiyên li NATO’yê yên li ser hevdîtinên teknîkî rastiyê nîşan nadin.”

Di daxuyaniyê de provokasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li qada deryayî ya Yewnanistanê hate bibîrxistin û hate gotin, “Em karê Sekreterê Giştî yê NATO’yê yê li ser mekanîzmayên ji bo kêmkirina aloziyê not dikin. Li gel vê yekê, alozî tenê bi vekişîna keştiyên Tirk ê li qada deryayî ya Yewnan dikare kêm bibe.”

Hikumeta Tirk ku mehên dawî li dijî Yewnanistanê timî kete nava provokasyonan, herî dawî 10’ê Tebaxê keştiya lêkolînê ya bi navê Orûç Reîs tevlî keştiyên xwe yên şer xiste qada deryayî ya Yewnan. Ev herêma ku çavkaniyên enerjiya fosîlê lê ye û Tirkiye dixwaze talan bike, li peravên girava Kastellorîzo ya Yewnanistanê ye. Keştiyên Tirk her roj li vê herêmê li dewriyeyê digerin.

Di rewşekê de ku alozî zêde bûye, Tirkiye bi DYE û herî dawî bi Rûsyayê re manewrayê leşkerî kir. Fransa, Îtalya û Qibrisê jî tevî hêzên deryayî yên Yewnanistanê tetbîqata leşkerî kirin.