AvEG-KON a têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyek da û got: “Em êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar dkin, bang li hemû hêzên demokras û azadiyê dikin ku li dijî êrîşan têbikoşin.”
Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-KON) têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku rejîma faşîst a ji roja hatî avakirin heta niha li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a qetlîam, êrîş, destgîrkirin û girtinê pêk tîne, di serî de Hevserokên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di nav de bi hezaran endam girtine.
AvEG-KON diyar kir ku rejîma qesrê ya faşîst ji ber krîzên dijîn, êrîşên xwe yên siyasî yên li ser HDP’ê ku bloka pêşî ya mûxalefeta civakî ye didomîne û got: “Hevşaredar û xebatkarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin, di hedefa êrîşên faşîst de ne. Dixwazin bi van êrîşan HDP’ê bi tenê bihêle û bê bandor bike.
Rejîma faşîst a qesrê ji bo rejîma xwe bidomîne, di êrîşkirina li ser her beşê têkoşînê dike sînoran nasnake. Êrîş li kolan, li mal, li dibistan, zindan, Heskîf, Kaz Daglari, Heskîf, Dersimê û li her derê heye. Kurdistan di hedefa êrîşên faşîst de ye.
Em êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar dkin, bang li hemû hêzên demokras û azadiyê dikin ku li dijî êrîşan têbikoşin. HDP ne bi tenê ye, sekna xwe ya çalakiyên li kolanan bidin nîşandan.”