AvEG-Konê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindanan û çar aliyên dinyayê pêk tên.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye, li ti peymanên navneteweyî nayê û hate gotin, “Tevî vê yekê jî saziyên CPT, Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî xwe bêdeng dikin. Bi vê helwesta xwe re dibin hevparê sûcê dîktatoriya faşîst ku li dijî mirovahiyê dike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ne sibe divê em îro xwedî li Leyla Guven, berxwedêrên ji zindanan heta Strasboûrgê, ji Hewlêrê heta Gallerê derkevin. her kesên alîgirê mafên mirovan, demokrasî û azadiyê, divê xwedî li vê berxwedanê derkevin.
Bi vê armancê ji bo em bêjin ‘Daxwazên wan daxwazên me ne’ em bang li hêzên pêşverû û şoreşger hemûyan dikin ku tevlî meşa 2’ê Adarê saet 11’an a li Koln-Deutzer Werftê bibin.”