Namzetê HDP’ê yê ji bo Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen dengê xwe da.
Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, li sindoqa 1146 a Dibistana Haydar Aliyev dengê xwe da. Bîlgen tevî hevser û keçên xwe hat dibistanê û piştî dengê xwe da, daxuyaniyeke kurt jî da.
Bîlgen got, “Hurmeta li îradeya ji hilbijartinê derket, yek ji pîvanên demokrasiyê ye ku nebe nabe. Me kampanyayeke girîng meşand. Em hêvîdar in ku hilbijartin bi rengekî aram pêk were.”