Ayşe Hiso di civînekê de ku bi armanca nirxandina geşedanên dawî li ser asta Sûriyeyê ji malbatên şehîdên navçeya Amûdê re hatibû lidarxistin got: “Gelo li kîjan dewletên cîhanê 72 balafiran êrîş kirine. Ev yek li Efrînê hate dîtin.”

Civîn li hola Kerem a dikeve rojhilatê navçeya Amûdê hate li darxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso û bi sedan malbatên şehîdan ên navçeyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Ayşe Hiso geşedanên siyasî yên herî dawî li ser asta herêmê nirxand û wiha got: “Aloziya Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe, lê dewletên ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê hene, bi armanca dagirkirina xaka Sûriyeyê hewl didin temenê aloziyê dirêj bikin.”

Ayşe destnîşan kir ku dewleta Tirk ji dewletên herî bêtir ku dixwaze destê xwe dayne ser xêr û bereketên Sûriyeyê û ji zêdetirî 40 salî ve hewl dide vîn û çanda gelê Kurd bişkîne, êrîşên ku li ser Efrînê pêk hatine yek ji van pilanan e û wiha domand: “Di encama êrîşên hovane de yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê bi sedan jin û zaroka jiyana xwe ji dest dan.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşe ev pirsî: “Gelo li kîjan barajêrên cîhanê 72balafirên şer êrîş kirine? Ev tişt li Efrînê pêk hat. 72 balafirên şer ên dagirkeriya Tirk êrîşî Efrînê kirin û bi awayekî hovane sivîl kirin hedefên xwe û di encamê de bi sedan sivîl ji şêniyên Efrînê jiyana xwe ji dest dan.”

Hevseroka PYD‘ê anî ziman: “Tirkiye, Rûsya û Îran li ser Sûriyeyê lihev kirine. Her hêzek dixwaze para xwe ji Sûriyeyê li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê bigire.”

Her wiha Ayşe destnîşan kir ku Rûsya para xwe ji herêmên bin serweriya rêjîmê bir, Tirkiye ji herêmên bin serweriya artêşa azad û Îran jî para xwe bi temamî ji herêmên bin serweriya rêjîmê û armanca wê ya sereke dijminahiya pilanên Amerîkayê ye.

Di dawiya axaftina xwe de Ayşe destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan xwediyên şoreşê yên rastî in. Ji ber ku wan di rêya azadî û rumetê de û pêkanîna edalet û wekheviyê ji gelên herêmê re berdêlên giran buha dane. Her wiha Ayşe bang li malbatên şehîdan kir ku bi awayekî çalak tev li çalakiyên konferansa partiyê ya ku tê payîn di demên pêş de dê li navçeyê were lidarxistin bibin.

ANHA