Muzîsyen Azad Bedran serdana Leyla Guven kir ku 142 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 142 roj in di greva birçîbûnê de ye. Serdanên ji bo Guven jî didomin. Herî dawî hunermend Azad Bedran ji bo piştgiriyê bide berxwedana wê serdana Leyla Guven kir.

Azad Bedran ku strana “Aç kaldik ozgurluge” ya Selahattîn Demîrtaş got, silavên Koma Berxwedan û hunermendên din ên li Ewropayê ji Guven re ragihand. Bedran piştre strana Leyla ya ku ji bo Leyla Guven amade kirine got.