Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hewldanên xwe êrîşî sivîlên çar parçeyên Kuridstanê dike û bi siyaseteke qirêj qetlîama sivîlan ji xwe re esas digire. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên qirkirinê li ser gelan dide meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî eşkere di herêmên rizgarkirî û Efrînê de li ser sivîlan qetlîam, tecawiz, revandin û guhartina demografîk pêk tîne. Her wiha herî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, beriya demekê bombe li herêma Kanî Botkê ya qada Serê Metîna ya herêma Metînayê barandin. Di bombebarandina dewleta Tirk de sivîlên bi navên Remezan Ehmed, Dilovan Salih û Îsmaîl Hisên hatin qetilkirin.
Parêzerê ji Başûrê Kurdistanê Azad Dostkî der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de seranserî axa Kurdistanê de ji ajansa ANHA’yê re axivî.
‘Bêdengiya Iraqê jiyana welatiyan dixe bin metirsiyê’
Azad Dostkî di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman:“Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan serweriya axa Başûrê Kurdistanê binpê dike. Beriya demekê di bombebarana dewleta Tirk de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Li dijî wan êrîşan mixabin hikumeta Iraqê bê deng e. Ew bêdengiya hikumetê encamê hevkariya dewleta Tirk e. Hikumeta Iraqê bi destûrdayîna êrîşan re li dijî qanûnên xwe derdikeve. Ew hevkariya hikumeta Iraqê bi dewleta Tirk a dagirker e jiyana hemû welatiyên herêmê dixê bin metirsiyê.”
‘Êrîşên Tirkiyeyê hemû qanûn û mafên mirovan binpê dikin’
Azad Dostkî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û wiha got:“Dewleta Tirk bi armanca tinekirina gelê Kurd êrîşên xwe dijwartir dike. Li Rojavayê Kurdistanê li ser sînorên herêmên rizgarkirî û li Efrînê sivîlan hedef digire. Beriya demekê li Girê Spî zaroka bi navê Sara Mihemed ku 6 salî bû, hat qetilkirin. Lê mixabin saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li dijî wan êrîşan bê deng in. Berjewendiyên dewletan li ser kuştina mirovan dimeşe. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye. Hemû qanûn û mafên mirovan tên binpêkirin. Dewletên navneteweyî jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî li herikandina xwîna mirovan temaşe dikin.”
‘Sivîl dibin qurbaniyên berjewendiyên dewletan’
Di berdewama axaftina xwe de Azad Dostkî diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji qetilkirina sivîlan re, dibin sedem ku êrîş zêde bibin û wiha got: “Sivîl di bin qurbaniyên bazirganiya petrolê û aboriya cîhanê. Pêwîst e pêşî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker were girtin.”
‘Lidarxistina kongreya neteweyî wê pêşî li êrîşan bigire’
Parêzerê Başûrê Kurdistanê Azad Dostkî di dawiya axaftina xwe de banga lidarxistina kongreya neteweyî kir û ev nirxand kir:“Di sedsala 21’emîn de ji hemû tiştî zêdetir pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî heye. Gel banga lidarxistina kongreya neteweyî dike. Ji bo rêgirtina êrîşan çi qas bi lez kongreya neteweyî were lidarxistin, li hember hemû êrîşan sekneke dijwar wê hebe. Her wiha bi lidarxistina kongreya neteweyî jî êdî dewletên navneteweyî li ser Kurdistanê wê nekarin berjewendiyên xwe pêk bînin.”
ANHA