Ji beşdarên Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya li Parîsê, endama Studenti Independenti (Xwendekarên Serbixwe) Beatrice Boggio, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, alternatîfekê pêşkêş kiriye, hêvî daye mirovan, divê azad bibe.

Beatrice Boggio, ji Îtalyayê beldarî konferansê bû û ji ANFê re axivî û got; Beriya çend salan me xwenekaraan li Îtalya di nava xwe de, dest bi nîqaşkirina Tevgera Azadiya Kurd kir. Hin hevriyên me jî çûne Kurdistanê. Dema vegeriyan hatin binçavkirin, me ji bo wan gelek çalekî kirin.

Boggo got; Konferans ji me re bû bingeh û me xwe baş birêxistinî kir. Me sînorên herêma xwe derbas kir û weke platformeke navneteweyî derketin holê. Vê jî hêz da me û gav bi gav ber bi afirandina altarnetîfeke rasteqîn ve diçin.

Damezrînerê vê alternatîfê Abdullah Ocalan, dibin tecrîdê de tê girtin. Li cîhanê mînakek wisa nîne. Divê raya giştî ya cîhanê, bi taybetî saziyên mafên mirovan hiquq û aktîvsîtên cîhanê, li hemberî afîrenerê alternatîfa modernîteya kapîtalîst û azadiya wî têkoşînê bikin.

Em weke Studenti Independenti, piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Em azadiya Abdullah Ocalan azadiya xwe dibînin. Divê em zexctê li desthilatdariyên xwe bikin ku ew bikavin nava tevgerê. Em dikarin zextê li desthilatdairya Tirk bikin ku Abdullah Ocalan azad bibe.