Azerbaycan û Ermenîstan li Qerebaxa Jor li ser agirbestê li hev kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand li Qerebaxa Jor Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbestê li hev kirine.

Wezîrê Karê Derve yê Ermenîstan û Azerbaycanê duh bi banga Moskowê hatibûn cem hev. Peymana agirbestê Lavrov ragihand. Diyar bû ku agirbest wê îro (10’ê Cotmehê) saet 12.00’an sazkar bibe. Li gorî peymanê herdu alî wê girtiyan pev biguherin û cenazeyan jî bidin.