Li gorî daxuyaniya komîsyona Azerbaycanê ya ji dîlgirtiyên şer berpirsyar, 10 leşkerên Ermen ên 16’ê Mijdarê dîl hatin girtin, bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê radestî Ermenistanê hatin kirin.

Rayedarên Azerbaycanê diyar kirin ku piştî civîna navbera Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel a 14’ê Îlonê ya li Brukselê, dîlgirtî hatin radestkirin.

Mîchel li ser twitterê daxuyaniyek da û berdana 10 girityên Ermen piştî hevdîtina bi Aliyev û Paşînyan re silav kir û got, “Mîna ku li Brukselê hate nîqaşkirin, jesteke girîng a mirovî ye ku ji bo xurtkirina baweriyê daxwaza hevpar nîşan dide.”

Sala 2020’î di şerê Qerebaxê de ku herdu welat li ber hev rabûn zêdeyî 6 hezar û 500 kes miribûn û Ermenistanê winda kiribû. Azerbaycan a ku ji dewleta Tirk piştgirî wergirt, gelek herêmên Qerebaxê dagir kiribû.