Bagera pêşî ya tropîkak a Amanda ku ji Okyanosa Pasîfîk hatî li sê welatan da. Li gorî agahiyên ku welatan dayî li Salvador, Guatemala û Hondurasê bi kêmanî 26 kes mirine.
Bagerê herî pir ziyan da Salvadorê. Li Salvadorê 16 kes miribûn lê kesên ku mirin bûne 20 kes. Ji heft kesên winda yek jê sax hate dîtin. Rayedaran diyar kirin li tevahiya welêt 2 hezar xanî bi temamî hilweşiyane.
Li Hondurasê jî 4 kes li ber avê çûn û mirin. Barana jidiyayî bû sedema ku lehiyê û erd bişeqite.
Li Guatemlayê jî 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ziyan gihaye ser 500 malî.