Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşekre kir. QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî de 29 çete hatine kuştin û 3 wesayîtên bombebarkirî hatine rûxandin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ
Şervanên me li gundê Sefaqnê bi desteka balafirên koalîsyona navdewletî bersiva êrîşkeke çeteyan dan ku wesayîtên bombebarkirî, doçka û topên hawanê bi kar dianîn. Di i navbera şervanên me û terorîstan şer rûda, di encamê de hejmarek mezin çete hatin kuştin.
Hêzên me piştî şerê giran bi terorîstan re 1 km pêşve çûn, her wiha 9 nuqte girtin, paşê xebatên paqijkirina herêmê dane destpêkirin.

ENIYA HECÎN
Hêzên me li vê eniyê wesayîteke bombebarkirî ya terorîstan teqandin beriya bighêje armanca xwe û 700 metre pêşve çûn.
Şervanên me piştî şerên giran 8nuqte girtin û xebatên paqijkirinê dane destpêkirin, di encamê de miqdareke çek û cebilxane desteser kirin.

BÎLANÇOYA 24 SEATAN
-Hejmara kuştiyên terorîst: 29.
-Hejmara derbeyên balafirên koalîsyonê: 12.
-Hejmara nuqteyên hatin girtin: 17
-Windahiyên terorîstan: 3 wesayît û 3 motorsêklêtên bombebarkirî, navneda vegihînê û bargeheke cebilxane hatin rûxandin û alava pêwendiyan a Hîtra hate desteserkirin.