Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) got, ”Baran û lehiya ji ber bagera tropîkal a Etayê û çend rokan bi rengekî şid doma kirî li Emerîkaya Naveratê jiyana 1,2 milyon zarokî serûbinî hev kir.
UNÎCEF’ê her wiha diyar kir her ku ekîbên alîkariya pêşî xwe gihandin qadê wê hijmara zarokên ku bagerê bandor li ser wan kirî zêdetir bin.
Etayê pêşî bi rengekî şid li Nîkaraguayê da, bi baranên jidiyayî bandor li Emerîkaya Naverastê kir û piştî ku bandor li ser gelek devran kir li deryaya Karayîpê vegeriya.
Bagerê li Emerîkaya Navverastê rê, nexweşxane, dibistan, şebekeyên av û paqijkirina avê, ziyaneke giran li ser wan kir.
Li gorî UNÎCEF’ê 44 hezar jê zarok ji 110 hezaran zêdetir kesên ku bûne mexdûrê bobelatê ji bo demekê li stareyên heft welatên heremê hatin bicihkirin.