Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG, Bahoz Erdal bû mêvanê bernameya Taybet a Televîzyona StêrkTV bû.
Bahoz Erdal têkildarî şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirk a dagirker bersiv da pirsên rojnamevan Rosîda Mêrdîn..

Erdal li ser şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk rawestiya û destnîşan kir ku AKP û dewleta Tirk binketina xwe bi vî şerê psîkolojîk vedişêrin û diyar kir ku “di van sê salên dawî de tenê bahweriya dewleta Tirk bi teknîka wê maye”

Bahoz Erdal îşaret bi berxwedana gerîla jî kir û destnîşan kir ku gerîlayên Kurdistanê fedayiyên gelê xwe ne wê pîlanên dagirkeran têk bibin.

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê Dr. Bahoz Erdal da zanîn ku “Sîstema cerdevaniyê jî têk çûye û dewleta Tirk li ser îstîkbaratê şer birê ve dibe û ji bo vê yekê jî li ser malbatên şehîdan û welatparêzan lîstikên qirêj dimeşîne”