Rûsya 24’ê Sibatê li dijî Ukraynayê êrîşên dagirker da destpêkirn. Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bajarê Kîevê hê jî di kontrola hêzên Ukraynayê de ye. 

Li Ukraynayê hate qedexekirin ku heta roja Duşemê keek dernekeve derve. Ji bo kontrolkirina paytextê şer didome. Serwîsa Fermî ya Ragihandina Taybet di daxuyaniyekê de bang li şêniyên bajêr kir ku bikevin cihên ewle.

Artêşa Ukraynayê diyar kir hêzên Rûs ji bo ku Kîevê asê bikin operasyonê didomînin.

Zelensky di vîdeoyekê de ku li ber ofîsa xwe ya li Kîevê diaxivî, got, ”Ez li vir im. Em ê çekan bernedin û welatê xwe biparêzin.”

Ji bo baregeha ezmanî ya Vassylkî ku 30 kîlometre li rojavayêbaşûr e, şerê giran didome.

Li gorî Wezîrê Berevaniyê yê Ingilîz, beşekî mezin ê hêzên Rûs bi qasî 30 km dûrî paytextê ne.

Artêşa Rûsya yekşemê du bajarên mezin ên başûrê Ukraynayê, Kherson û Berdîansk dorpêç kir. Artêşa Rûs got, ”Di nav 24 saeatan de hêzên çekdar ên Rûsya û bajarê Berdîanskê bi temamî bloke kir.”

Rayedarên Ukraynî yên bajarê Kharkîvê jî ragihand hêzên Rûs bi wesayitên zirxî ketine bajêr.

Rûsyayê şemiyê piştî nîvro ragihandibû ku ew ê êrîşên li ser Ukraynayê li hemû eniyan giran bikin.