Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku li gorî dema Moskowayê saet di 06:00 de li hemberî Ûkraynayê dest bi operasyona leşkerî kirine.
Li paytext Kîev û gelek bajarên bendergehan teqîn çêbûn. Kîevê diyar ki rku “dagirkeriyeke mezin” dest pê kiriye.
Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê ragihand ku li gorî texmînên wan dibe ku bi sedan leşkerên Ûkraynayî miribin. Li gorî bîlançoya destpêkê ya fermî di bombardûmana Rûsyayê de herî kêm 7 leşker mirin, 19 jî winda ne.
ZELENSKÎ FERMAN DA: BIKIN KU BILA WINDAHIYEKE GIRAN BIDIN
Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser malpera Facebookê ferman da artêşa Ûkraynayê ku di asta herî bilind de bikin ku hêzên Rûs windahiyan bidin. Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê jî bang li her kesên ku dikarin çekê rakin kir ku tevlî hêzên leşkerî bibin.
MOSKOWA: YEKÎNEYÊN ÛKRAYNAYÊ ÇEPERÊN XWE DITERIKÎNIN Û TESLÎM DIBIN
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin û gelek leşkeran çek danîne. Wezaretê got, “Li gorî îstîxbaratê, gelek yekîneyên ser bi Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin.”
Hêzên leşkerî yên herêmên Donetsk û Lûhansk ên pişta xwe dispêrin Rûsyayê, diyar kirin ku du bajarên biçûk ên li rojhilatê welêt Stanytsîa û Chtchastîa bi dest xistine.
KÎEV: YEKÎNEYÊN RÛS BER BI DU BAJARAN VE BI PÊŞ VE DIÇIN
Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê diyar kir ku artêşa Rûsyayê ber bi bajarên Mîlov û Horodychtch ve diçin.
Her wiha hate ragihandin ku li herêma Khmelnytskî ya li rojava û Dnipro ya li başûr, bi roketan li depoyên cebilxaneyan hatiye xistin. Li bajarê Lutskê jî kûleyeke televîzyonê hate îmhakirin, li Vinnytsi û derdora Kîevê jî li leşkergehan hate xistin.
REVA JI KÎEVÊ
Gelek ajansên nûçeyan dîmen parve kirin û ragihandin ku mirov ji Kîevê direvin.