Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan, li navçeya Riha Curnê Reş, beşdarî civîna gel bû.

Di civîna gel de, parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Pervîn Bûldan, Dîlan Kûnt Ayan, Sînan Çîftyûrek, namzetên Hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl jî amade bûn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, li pêşberî gel axivî û got; Gelê Curnê Reş, wê di 2’ê Hezîranê de bersiveke baş bide û wê careke din îspat bike ku gelê Kurd li ku ye. Em ê derseke baş bidin hîlekaran.

Bakirhan destnîşan kir ku beriya werin Curnê Reş, ew çûne girtîgehên Kandira û Edîrne û serdana Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdagê kirin û got; Me silavên 13 hevriyên xwe yên di Doza Kobanê de ceza xwarine ji we re anîn.

Wan behsa cezayê dane wan nedikir, behsa serketina Curne Reş dikirin. Digotin, gelê Curne Reş wê li îradeya xwe xwedî derbikeve û derseke baş bide wan sextekaran.

Bakirhan ku siyasetmedarên Rihayî İbrahim Ayhan, Ferîdûn Yazar û Muhsîn Melîk bibîr anîn û got: Gelê Kurd tevî hemû zextan û berdêlan jî li Kurdistanê 79 şaredarî bi destxistin. Gelê Curnê Reş, wê di 2’yê Hezîranê de careke din şaredariya ku ji wan hatiye dizîn, bi dest bixe ê nerisveke dîrokî bide hîlekaran.

Civîna gel bi girtina govendê bi dawî bû.