Berdevka polîsan Yûsrî Yûnûs diyar kir, ku wan sibeha Yekşemê eyşa û parçeyên cesedan ên rêwiyan dîtine.

Hate ragihandin ku karê polîsan ê ji bo tespîtkirina nasnameya cesedên hatine dîtin, dewam dike.

Roja Şemiyê, balafira şîrketa hewayî ya Endonezyayê Srîwîjara Aîr  ji Cakartayê diçû Pontîanakê, têkiliya pê re 4 deqe piştî rabû pê re qut bûbû.

Têkildarî sedemên dramê hîn agahî nehatiye bidestxistin. Piştî ku balafir winda bû, li herêmê karê lêgerînê yê berfireh dest pê kir.

10 keştî û helîkpterên şer ên artêşê li gel noqvanan tevlî karê lêgerînê bûn.

Di balafirê de 10 jê zarok derdora 50 rêwî û 12 personel hebûn. Rayedaran diyar kirin ku kesên di balafirê de hemû ji Endonezyayê bûn.