Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundekî yê herêma Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barand.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hate girtin, bombe li gundê Girî yê herêma Balayan hatiye barandin.
Êrîş li gorî saeta herêmî saet 14:00’an pêk hatiye.
Ji ber bomberdûmanê şewat li daristanên herêmê ketiye û gelek dar şewitîne.