Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker bi hemahengiya balafirên keşfê herêma Bergarê û deşta Kafya ya ser bi Dihokê bombeberan dike.

Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker ji saet 15.30’an bi dema Başûrê Kurdistanê li ser herêma Bergarê û Deşta Kafya ya ser bi navçeya Şêladizê ya parêzgeha Dihokê difirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî balafirên şer bi hemahengiya balafira keşfê herêmê bombeberan dike. Têkildarî encamên êrîşa hewayî tu agahiyek zelal bidest neketiye û êrîşa hewayî heya van kêliyan jî dewam dike.