Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.


Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, îro danê sibehê ji saet 06.00 hate 07.30’an balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Xakurk, Bêstûn, Maremala û Kendegerî yên Biradost bombebaran kirin.

Bombebaranê ziyan giyand jîngeha sivîlan.

Balafir hîn li ser herêmê difirin.