Ji serê sibehê ve balafirên şer û kefşê li ser Mexmûrê digerin.

Li ser wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji sibehê ve liv û tevgereke zêde ya balafirên şer û keşfê heye.

Heta niha nehatiye zanîn balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirkerin an Iraq an jî Koalîsyona li Dijî DAÎŞ’ê ne.

Hêjayî bibîr xistinê ye piştî gotinên Dîndar Zêbarî ên ‘Mexmûr weke cihekî leşkerî’ dayî nîşandan, liv û tevgera balafirên şer û keşfê zêde bû.