Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, girêdayî Herêmên Parastina Medya Herêmên Zap, Garê û Haftanînê bombarduman kirin.

Navendê got: Balafirên şer yên Artêşa Tirk roja 10 û 12’ê Çile, ji i Herêmên Parastina Medya Zap, Garê û Haftanînê bombarduman kirin, lê tiştek bi hêzên Gerila nehatiye.

HPGe got: Roja 12’ê Çile de, balafirên şer yên dewleta Tirk, qada Werxelê ya herêma Zapê, qada Xanturê ya herêma Heftanînê, qada Cîloyê Biçûk yên herêma Zapê û qada Kanî Sarkê ya li herêma Garê bombarduman kirin.

Balafirên şer din 10’ê Çile de, qada Kanî Sarkê ya herêma Garê bombarduman kirin.

Ji ber bombardûmanê ti ziyan negihane hêzên Gerila.