NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama bombebarana balafirinên TSK’ê yên herêma Bradostan a Herêma Kurdistana Federe de, 3 pêşmerge bi giranî birîndar bûn. Li gorî nûçeya ajansa ROJnewsê, balafirin Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), di saetên serê sibê de geliyê Şêx Zazanî yê gundê Mêrgereş a herêma Bradostan a Herêma Kurdistana Federe bombebaran kirin û di encama bombebaranê de 3 pêşmerge bi giranî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku piştî bombebaranê li Deşta Hêrt a herêma Bradostan şewatê rû daye. Li gorî agahiyan, piştî bombebaranê 3 pêşmergeyên hêza 80’emîn a Partiya Demokratîk a Kuristanê (PDK) berê xwe dan cihê bûyerê û balafirên TSK’ê raste rast ew kirine hedef. Hat dest nîşan kirin ku ji sê pêşmergeyên di bombebaranê de bi giranî birîndar bûn, lingê yekê jê bûye. Hat ragihandin ku ji 3 pêşmergeyan du jê birayên hevin û rewşa pêşmegeyê binavê Xûşewî Mîkaîl girane.Parve bike:
Balafirên TSK’ê bombebaran kirin: 3 pêşmerge birîndar bûn
