Li gor daneyên Rêxistina Zexîre û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî, di 24‘ê Sibata 2022’an de piştî dest pê kirina şer, meha Adarê bihayê zexîreyan ji sedî 12,6 zêde bûye. Tê payîn ku meha Nîsanê jî hema bibêje bi heman rêjeyê zêde dibe.

Bandoreke bi vî rengî ya li ser bihayê zexîreyan salên 1980’î jî çêbûye û bihayê zêxîreyan ji sedî 17,6, rûnê nebatî jî ji sedî 23 zêde bûye. Ev rewş bi taybetî li welatên Efrîkayê bûbû sedema nangiraniyê.

Îcar şerê Ûkraynayê û Rûsyayê bi taybetî li 50 welatên kêmaborî yên li Efrîka, Asya û Rojhilatê Navîn dibe sedema rîskeke mezin. Ev welat herî kêm ji sedî 30 pêdiviya xwe ya ar ji herêma bi şer pêşwazî dikin.

Ji bo nîvê zêde welatên qala wan tê kirin jî ev rêje ji sedî 50‘î bêhtir e. Ji van welatan ên herî zêde ji krîza nan û dan bi bandor dibin Lîbya, Yemen, Libnan, Pakistan û Tûnûs in.

Li gor Rêxistina Zexîreyan a Cîhanê, serê pêşîn ji bo ev welat nekevin bin sînorê birçîbûnê 15 milyon dolar budçe divê. Parekî giring ê vê budçeyê wê ji bo peydekirina gubreyê ji bo cotyarên li welatên kêmpêşketî bihê bikaranîn.

Di cîhanê de dewleta ku herî pir ar difiroşe dervayê welatê xwe Rûsya ye. Ûkrayna welatê pêncemîn e ku herî pir ar difiroşe. Her du welat tev tevî hev ji sêdî 19 ceh û ji sedî 14 genim û ji sedî 4 gilgil ê li cîhanê hildiberînin.