Koordînasyona Heskîfê ji bo ‘Roja ji bo Heskîfê tiştekî bike, xêz bike, bêje’ bang kir.

Şîrketên bazirganiyê dixwazin bi Bendava Ilısu bajarê 12 hezar sal ê çand û dîrokê Heskifê di bin avê de bihêlin.

Heskif wê di 8’ê Cotmehê de ketin û derketina wê bê girtin û têxin bin çemberê.

Koordinasyona Heskifê Roja 14’ê Îlonê wekî roja çalakiyan îlan kir.

Koordînasyonê ji bo “Roja Çalakiyan a Ji bo Heskifê Tiştekî bike-Bêje-Xêzbike” bang li her kesî kir ku ji bo Heskifê tiştekî bikin.

Koordinasyonê anî ziman ku Heskif di ser hemû nasnameyan re ye û wiha got: “Teqez ji bo Heskifê tiştekî em bikin heye. Her kes dikare li cihê xwe ji bo Heskifê tiştekî bike. Divê her kes ji bo Heskifê têkeve nava liv û tevgerê.”