Newroza Rihayê wê sibe li Stadyuma 11’ê Nîsanê, li navçeya Halîliyê werê pîroz kirin.

Ji xelkê Rihayê Halef Îşlek diyar kir ku ew bi malbat û hevalên xwe re zû biçine qada Newrozê û got:

Qelebalix wê me kêfxweş bike. Newroz wê bibe bingeha serketina hilbijartinên 31’ê Adarê jî. Em ê bi ruhê Newrozê serketinê bidestbixin.

Halef got; Em dixwazin gelê Rihayê jî werê Newrozê. Newroz ji bo Kurdan cejn e, biratî, yekîtî û serketin e.

Cafer Taşkin jî got; Newroz agirê Mazlûm û Kemal Pîran e.

Ew agir heta îro berdewam dike. Em bang li hemû gelê Rihayê dikin ku beşdarî Newroza ku sibe binin.

Ez hemû gelê Rihayê û herêmên derdorê vedixwînim Newrozê. Werin em li qada Newrozê li dijî zilmê biqîrin û bêjin em van polîtîkayan qebûl nakin. Em azadiyê dixwazin.”

Zozan Dagli jî got, Newroz ruhê azad e. Ez ji hemû kurdan re dibêjim ‘Rabe’. Em dixwazin êdî azad bibin. Em ê cil û bergên herêmî li xwebikin Newrozê pîroz bikin. .

Ev banga me ji gelê Rihayê re ye, hemû werin Newrozê.”

Sakîne Atra jî got; Divê em Newrozê bikin azadiya Rêber Apo. Divê em Newrozê bikin bingeha serketina hilbijartinên 31’ê Adarê. Ez dixwazim girtiyên di greva birçîbûnê de rojek berî rojekê bên berdan.

Em raya giştî vedixwînin Newroza Rihayê ku wê di 23’ê Adarê de, sibe werê pîrozkirin. Dem dema me ye.”