Komîteya Piştevaniya bi Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag a li dijî Darvekirinê, nameyek ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re nivîsî û bang lê kir ku darvekirinê nepejirîne.
Di 17’ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê cezayê darvekirinê li ciwanên Kurd Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag hate birîn. Komîteya Piştevaniya bi Abûrrahman Er û Mazlûm Dag a li dijî Darvekirinê, ji bo betalkirina biryara darvekirinê nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re nivîsîn.
Name wiha ye:
“Birêz Nêçirvan Barzanî,
Li cografyayeke ku kaos lê serdest e, yek ji gelên qedîm ê bi êş gelê Kurd, bêyî ku ji jiyana bi rûmet û nirxên mirovî tawîzê bidin, hewl didin ji xwe re paşerojekê ava bikin. Tevî ku bi her awayî zilm û neheqî lê hatiye kirin, bêyî ku dest ji edalet, exlaq û demokrasiyê berde têkoşîna xwe dewam dikin ku ev yek karakterê gerdûnî yê Kurdan e. Li paytexta Herêma Kurdistanê ya Iraqê li Hewlêrê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de bûyereke bi mirinê qewimî. Demeke kurt piştî bûyerê Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Piştre ew kes hatin girtin.
Di 11’ê Sibata 2020’î de ev kes derxistin pêşberî dadgehê. Piştî darizandineke demkurt 2’emîn Dadgeha Ceza ya Hewlêrê cezayê darvekirinê li Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag birî. Dosya piştre çû temyîzê. Di 22’ê Îlona 2020’î de cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê ve hate pejirandin. Ji bo bicihanîna darvekirinê niha pêwîstî bi destûra we heye. Di nava qanûnên Iraqê û Kurdistanê de cezayê darvekirinê heye. Li Iraqê û Kurdistanê heta niha gelek cezayên darvekirinê bi cih hatin anîn. Lewma pêkane ku têkildarî Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag jî biryara înfazê bê dayin.
MALBAT BI TIRS Û FIKAR IN
Em, malbat û xizmên wan bi fikar in. Pêvajoya darizandinê di nava demeke kurt de bi encam bû, ku vê yekê fikarên me zêdetir kir. Li nava qanûnên ceza yên modern û li welatên demokratîk cezayê darvekirinê bi giranî ji nava qanûnan hatine derxistin. Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ji bo rakirina cezayê îdamê gelek biryar dan û guhertin kir. Li vê qadê têkoşîneke xurt hate meşandin û heta gihîşt vê astê. Hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û saziyên mirovî li dijî cezayê darvekirin li tevahiya cîhanê kampanyayên mezin meşandin. Hîn jî ev mijar di rojeva parêzvanên mafên mirovan û saziyên mirovî de ye.
Em jî li dijî darvekirinê û cezayên darvekirinê ne. Mixabin di dîroka Kurdan de têkildarî îdamê gelek bûyerên giran hene. Di serî de Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Leyla Qasim bi hezaran Kurd hatin darvekirin. Êşa vê travmaya giran hîn jî nû ye. Hîn jî li Kurdistana Îranê ciwan û jinên Kurd tên darvekirin. Li dijî vê kiryaran nemirovî ku weke rûreşiyê cihê xwe di nava dîrokê de girtiye, divê em dengê xwe bilind bikin. Têz anîn ku cezayê darvekirinê ji ti pirsgirêkê re nabe çare û em di wê baweriyê de ne ku divê mirov neyên kuştin û cezayê îdamê ji qanûnan bê derxistin.
KAMPANYA ÎMZEYAN A LI DIJÎ DARVEKIRINÊ
Lewma ji bo cezayê îdamê yê li Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag hatiye birîn bi cih neyê anîn, em bi malbatan re ne. Di vê çarçoveyê de weke gava destpêkê me bi malbatênw an re ‘Însiyatîfa Piştevaniya bi Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag a li dijî Darvekirinê’ ava kir. Bi navê Însiyatîfê em li dijî darvekirinê dest bi kampanyayê dikin. Em bang li parêzvanên mafên mirovan, demokratan, hiqûqnasan, saziyên mirovî û her kesên pêwendîdar dikin ku li dijî darvekirinê piştgiriyê bidin têkoşînê.
Di vê çarçoveyê de em bang li we Serokê Herêma Kurdistanê dikin, mohra xwe danîne binê vê biryara darvekirinê, pêşî li vê darvekirinê bigirin. Hûn dikarin pêşî li darvekirinê bigirin. Tenê di vê mijarê de gaveke nû neavêjin, mohra xwe danîne binê vê biryara giran û bi vî rengî hûn dikarin pêşî li rewşeke ku sererastkirina wê nepêkane bigirin. Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber şert û mercên vê dema em tê de, em di wê baweriyê de ne ku hûnê li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî destûrê nedin vê zilmê.”