Şeva borî êrîşeke katûşayan baregeha Leşkerî ya Besmaye ku Navendekî Leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ye hatibû hedefkirin.

Hêzên Iraqî bi daxuyaniyekê ragihandin ku ti ziyanên canî nebûne, tenê ziyanên madî pêk hatine.

Tîmeke leşkerî di derbarê bûyerê de lêkolîn dike. Heta niha nehatiye zanîn bê ka kîjan komê ev êrîş kiriye.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê hêzên Koalîsyona Navneteweyî baregeha leşkerî ya Besmaye ya li başûr rojhilatê Bexdayê radestî artêşa Iraqê hatiye kirin.