ENQERE – Baroya Enqerê jî, vexwendina merasîma vekirina sala edlî ya li Beştepe bê lidarxistin a Dadgeha Bilind red kir. Baroyê di daxuyaniya da de wiha got: “Ne ku ji bo tercîhekê em beşdarî merasîma vekirina sala edlî nabin, em li gorî soza ku me ji bo pîşeya xwe ya pîroz dayî tevdigerin.” Berekên baroyan ên li dijî merasîma vekirina sala edlî ya li Beştepe Qesra Serokkomariyê bê lidarxistin dewam dikin û vexwendinên Dadgeha Bilind red dikin. Piştî baroyên Wan, Îzmîr, Stenbol, Bûrsa, Mûgla, Antalya, Edene, Aydin û Ordu, vê carê jî Baroya Enqerê vexwedina Dadgeha Bilind bi daxuyaniyek nivîskî redkir û got, ewê beşdarî merasîmê nebin. Baroya Enqerê di daxuyaniya da de wiha got: “Me vexwendinameya Dadgeha Bilind bi xemgînî pêşwazî kir. Di sedsala 21’emîn de, li dewletek modern û xwedî hiqûqa demokratîk de, serbixwetiya parastinê pîroze û ji hemû nîqan serbixwe ye. Ev serbixwetî, ji hebûna rûmeta mirov û pîroziya vîna hiqûqê ava dibe û di asta vîna siyasî derbas dike de ye. Ji ber vê êdî modeya girêdanbûna parêzser, dadger û dozgeran a ji bo desthilatdariya siyasî ve bi dawî bûye. Ji ber vê ne ku ji bo tercîhekê em beşdarî merasîma vekirina sala edlî nabin, em li gorî soza ku me ji bo pîşeya xwe ya pîroz dayî tevdigerin û wisan nêz dibin.”
Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
