Li Curnê Reş DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket, lê biryara nûkirina hilbijartinê hat dayîn.
Baroya Rihayê û Şaxa OHDa Rihayê diyar kirin ku biryar berhema feraseta qeyûm e û gotin: “Em ê rê nedin feraseta qeyûm.”
Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê -OHDa Rihayê, derbarê biryara nûkirina hilbijratina Curnê Reş de, daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li Navenda Mafê Mirovan hate dayin û Parêzer Kazim Ekîncî daxuyani xwend û got; Biryara lijneyê ne derbasdar e û dijqanûnî ye. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn û mazbatayên hevşaredaran bên dayîn. Ew li cem gelê Curnê Reş in.
OHD a Rihayê jî da zanîn ku ew biryara qeyûm qebûl nakin û ji bo îradeya gelê Curnê Reş wê serî li hemû riyên hiqûqî bidin.