Malpera Al-Monitor nameyek Mesrûr Barzanî ku ji bo Serokê Amerîkayê nivîsiye û bi dizikî eşkere bûye têde ji Biden dixwaze ku berî ku pirsgirêk kûrtir bibe bi awayek lezgîn destwerdanê li pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.

Li gorî nûçeya malpera Al-Monitor, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameya xwe de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku destwerdana krîza navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Barzanî dibêje eger qeyran û pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de kûrtir bibe wê bibe sedema rûxana statûya Herêma Kurdistanê.

Barzanî di nameyê de wiha nivîsiye; “Ez niha vê nameyê ji we re dinivîsim ku dîsa di demek diyarker û çarenûsaz  ya dîroka me de, di rewşek wisa de ku ez ditirsim em nekarîn kontrol bikin, ji we re dinivîsim. Di aliyê aborî de xwîn ji me diçe. Di aliyê siyasî de jî vaye xwîn di laşê me de xilas dibe. Yekem careke ku di dema serokwezîrtiya xwe de ez ketime nava fikarên kûr ku pêvajo û hemleyeke neşerefetmendane li dijî me birêve diçe. Dibe ku bibe sedema rûxana modela federal ya Iraqê ku Amerîkayê sala 2003’yê sponsoriya wê kir û ji wê demê ve li pişt vê modelê rawestiya ye.”

Ev nameyê di demekê wisa de ye ku Barzanî roja Duşemê li Hewlêrê di hevdîtina li gel Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski de daxwaza beşdariya zêdetir ya Amerîkayê bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Herwiha malpera Al-Monitor diyar kir ku Wezareta Derve ya Amerîka ne amadeye bersiva nameya Mesrûr Barzanî bide û Koşka Spî jî ew name bêbersiv hiştiye.