Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser rol û rista Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: Fikir û felsefeya Ocalan alternatîf û bingeha jiyana azad e.”
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê û Parlemetnera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd, tecrîda grankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, armanca deklerasyonê û krîza aborî ya li Tirkiyê ji ANF’ê re nirxand.
‘LI HEMBER KURDAN ŞERKE TOPYEKÛN HEYE’
Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên dewleta Tirk yên li ser partiya HDP’ê û gelê Kurd kir û wiha got; “Ev demek dirêje li hemberî gelê Kurd û HDP’ê êrîşên tûnd tên pêkanîn. Ne tenê Bakur, li her parçeyê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarê wê ve, dibin êrîşan de ye. Bila hemû kes bizane, êrîşên li ser Başûr, Rojava û Bakur tev girêdayî hev in. Ji ber ku di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn hindek xet tên guhertin. Li ser vê yekê jî, hêzên desthilatdar dixwazin plansazî û kiryarên xwe mayînde bikin. Ji bo vê jî, ev demek dirêje êrîşî Kurdan dikin da ku Kurd bê îrade û bê maf bimîne. Di 15’ê Nîsana 2015’an heta niha, dewleta Tirk li hember Kurdan şerekî topyekûn îlankiriye. Di demê çareseriyê de kêm jî be hindek gavên ji bo çareseriyê hatin avêtin, lê belê ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve hat xirakirin. Îro li Bakurê Kurdistanê li hember îrade, ziman, çand, nasname û hebûna Kurdan şerekî topyekûn tê meşandin.”
‘FIKIR Û FELSEFEYA OCALAN ALTERNATÎF Û BINGEHA JIYAN AZAD E’
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar bal kişand ser tecrîd û îzalasyona li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev yek weke komployekî bi nav kir û wiha pêde çû: “Komploya navnetewî ku niha li ser Birêz Ocalan didin meşandin, ev êrîşên niha berdewamiya vê komployê ne. Ev demek dirêje ku bi Birêz Ocalanre hevdîtin nayên kirin. Birêz Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ve alternatîf û bingehê jiyana azad e. Em nikarin siyaset û tecrîdê ji hevdu qût bigirin dest. Niha dixwazin Kurdan bi Kurdan re bidin şerkirin û li ser vî şerî jî sûd werbigirin. Ev nêzîkatî bi sedan sale heye, lê heta niha jî xilas ne bûye.”
‘DEWLET NE DIJMIN PARTÎ Û ALIYEKÊ YE, DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E’
Başaran li ser nêzîkatiyên PDK’ê yên li beramberî gelê Kurd jî nirxandin kir û got: “Bila Başûr referandomê bîne bîra xwe, Tirkiyê bertek nîşanî referandomê da û qebûl nekir. Tirkiyê bixwe got; ‘ez ê nan, av û gelek pêdiviyên din li ser Başûr qût bikim’ û li hmber referandoma Başûr bû astengiyek mezin. Mijara dijmin ne hêzên Kurdî ne. Çawe ku li Rojava yekîtiyek çêbû, dijmin êrîş bir ser Rojava, li Başûr jî heman tişt derket, ev rastiyeke ku dewleta Tirk ne li dijî partiyane, li dijî gelê Kurd e! Kurdek li kûderê be, desthilata AKP û MHP destdirêjî lê dike û êrîş dibe ser wê/î Kurdî. Ev rastiyek ya dewleta Tirke. Armanc û xwesteka dewleta Tirk ew e ku Kurd bê îrade bihêlin.”
‘DÎROK Û NIRXÊN KURDAN XIRA DIKIN, JI HOLÊ RADIKIN’
Başaran qala kiryarên qeyûman ên li Şaredariyên dagirkirî jî kir û wiha pêde çû: “Bi xirakirina bajarên Kurdan, bi dîlgirtina hevserokên HDP’ê û parlementeran re plana tinekirina Kurdan xistin meriyetê. Qeyûm avêtin li ser şaredariyên me, xelkê bê sûc êşkence kirin û avêtin girtîgehan, li kûderê nivîsek Kurdî hebûn hemû hatin rakirin. Gelek peykerên me yên binirx xirabkirin da ku dîroka me tine bibe. Dixwazin bi van kiryarên xwe ne tenê dîroka Kurdan, bi dehan dîrokên gelan yên ku li Rojhilata Navîn jiyankiribûn tine bikin.”
‘NEWROZ BERSIVEK MEZIN BÛ JI BO DIJMIN’
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran bal kişand li ser girtîgehan û bibîr xist ku bi sedan endamên HDP’ê bê sûc di girtîgehan de dirizin û wiha domand: “Ev kesên ku li girtîgehan, zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe înkar nekirine. Bi hêcetên cuda cuda dixwazin partiya me ya gelan, bigirin û ji bo wê jî her cûre êrîşan didin meşandin. Di Kobanê de çawe têkçûn, niha dixwazin tola vê serkeftinê bistînin. Niha girtina HDP’ê xistine nîqaşê, lê sekna gelê me di Newrozê de bû bersiva herî mezin ji dijmin re. Di sekna gelê Kurd de dîtin ku kes nikare deriyê HDP’ê bigire.”
‘JI BO DEMORAÎTKBÛNA TIRKIYE Û AZADIYA KURDAN DIVÊ PIRSGIRÊK BÊ ÇARESERKIIRIN’
Başara deklerasyona HDP’ê bibîr xist û ev got: “Me deklerasyonek ji civaka xwe re parve kir. Di vê deklerasyonê de gelek mijarên girîng hebûn. Me di deklerasyonê de diyar kir ku em dikarin ji van tevahî pirsgirêkan re bibin çareserî. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkekî dîrokî ye. Em wek HDP ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di nava xebatan de ne. Ew hizbên ku niha naxwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, wê ew hilweşin. Ji bo demokrasiya Tirkiye û pêşeroja Kurdan pêwîste ev pirsgirêk bên çareserkirin. Bi wê ve girêdayî niha pirsgirêka jinê jî heye û ev pirsgirêk her ku diçe xetertir dibe, her roj li Tirkiyê bi dehan jin tên qetilkirin. Kujerên wan jinan ji aliyê desthilatdariya heyî ve tên parastin. Ti caran jin nayên parastin û her tim di dadgehan de jin tên sûcbar kirin.”
‘BI RÊYA DEMOKRATÎK EM Ê PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê û Parlemetnera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran qala krîza aborî ya ku niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûyî rojev kir û ev anî ziman: “Niha pirsgirêka aborî di nava gel de mezine û ev mijarekî pir girînge ji bo gelê Bakur û Tirkiyê. Sedema van pirgirêkan jî nêzikatiyên desthilatdariyê ne. Ji ber ku bi demokrasî dest nadin van pirsgirêkan. Her tim li ber berjewendiyên xwe ne. Bi wê ve girêdayî, her roj gelê me bi birçîbûnê re rû bi rû dimîne. Rêjeya birçîbûnê her ku diçe zêde dibe. Niha gelê me di krîzekî aborî re derbas dibe û ev krîz jî pir tûnde. Niha AKP û MHP tenê derdora xwe dewlemend dike ne ji bo civakê dike, ji ber wê jî ev krîza aborî derdikeve pêş. Ev krîz ne ji rêzê ye û wê bi xwe re gelek pirsgirêkên mezin bîne. Di deklerasyona ku me dayî de ji bo van pirsgirêkan çareserî heye. Me di deklerasyonê de gelek xalên girîng dane pêşiya civakê û me got; em ê nîqaş bikin û çareseriyê bibînin. Wek rêya çareseriyê me rêya sêyem da avakirin. Em ê bi rêya demokratîk, pirsgirêkan çareser bikin.”
‘RÊGIRÎ NE KAREKÎ MIROVÎ YE, EM L GEL XELKÊ MEXMÛRÊ NE’
Herî dawî Başaran bal kişand li ser rêgirya li ser Wargeha Mexmûrê û rêgirî wekî sûcekî mirovatiyê bi nav kir û wiha domand; “Em rewşa Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji nêz ve dişopînin. Ev demek dirêje dibin rêgiriyekî de ye. Civaka me ya ku niha li Wargeha Mexmûrê dijî, gelek êş û azarên giran dîtine. Ji ber êrîşên dewleta Tirk penaber bûne û li Mexmûrê bicih bûne. Lê îro ji ber rêgiriya PDK’ê jiyana wan di xeteriyekî de ye. Lê em her tim dibêjin, heta dawî em li gel xelkê xwe yên wargehê ne û wargeha rûmetê ne tenê ye. Em hêvî dikin ku wê demek nêz de ev pirsgirêkên li ser wargehê bên çareserkirin. Divê em van kiryarên li dijî civakê qebûlnekin. Divê hindek hêz li gor berjewendiyên malbata xwe civaka me ya Kurd bikar neyne. Ji bo wê jî, ji her demê zêdetir niha yekîtî ji bo me pêwîste. Ev rêgiriya li ser wargehê ne karekî mirovî ye û divê demildest bê rakirin.”