Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser biryara DMME’yê ya der barê redkirina serlêdana Ocalan û got: “Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê atmosferê bi bandor dibe û zirarê dibînin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedema ku Rêber Ocalan di sala 2010’an de rastî “îşkence û muameleyeya xerab” hatiye serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dabûn. Lê DMME 8 sal şûnde bersiv da parêzerên Ocalan û daxwaza parêzeran red kir. Bertekên li dijî vê biryara DMME’yê berdewam dikin. Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, tecrîta girankirin ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destûr nedayîna hevdîtina parêzer û malbatê û biryara DMME’yê nirxandin.
Başaran, diyar kir ku biyara DMME pir polîtîke û wiha axiî: “Ev biryara di encama bazarên mezin de hatiye dayîn. Tu caran DMME’yê biryarên wisan polîtîk nedeya. Hem biryara DMME û hem jî biryara cezayê disîplînê ya ji bo Ocalan hat dayîn bi hev ve girêdayîne û ji hev ne cudane. Ji bo ku hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn bigihin armanca xwe, DMME ev biryar ji bo Ocalan da. Hem di hiqûqa hûndirîn de û hem jî di hiqûqa navneteweyî de biryarên ji bo Ocalan tên dayîn, ji komploya 15’ê Sibata 1999’an ne cudatir in. Li aliyekê desthilatdariya AKP û hevkarê wê MHP, li aliyê din jî nûnerên gladîoya Tirkiyeyê, hêzên navneteweyî yên tekparêz, înkarker, tune hesibandin û îmhaker di şexsê Birêz Ocalan de li Kurdistanê li dijî paradîgmaya derketî holê derdivin û hewl didin ji holê rabikin. Îro li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê qeyranek heye. Her ku diçe krîza aborî û zemînê şer kûrtir dibe. Taciz, tecawîz û qetilkirinên li ser jinan mezintir dibin. Em nikarin van hemûyan ji tecrîta li ser Birêz Ocalan serbixwe bigirin dest. Hemû bi hev ve girêdayîne.”
‘YÊN ÇARESERIYÊ NAXWAZIN TECRÎDÊ KÛRTIR DIKIN’
Başaran, anî ziman ku di pêvajoya şer a li Rojhilata Navîn de, ew hêza çareseriya Ocalan a derketî holê hemû kesan ji nêz de dîtin û wiha bilêv kir: “DMME bi vê biryara xwe hewl didin vê hêza çareseriya Ocalan bêdeng bike. Îro gotineke Birêz Ocalan jî, tenê bandorê li gelan neke, bandorê li hemû dengeyên Tirkiye û Kurdistanê dike. Yên ku çareseriyê naxwazin tecrîtê kûrtir dikin.”
‘BIRYARA DMME FIKARÊN CIVAKÊ ZÊDETIR KIRIN’
Başaran, destnîşan kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû bangên me yên ji bo rakirina tecrîtê bê encam man. Divê ev tecrîd bê rakirin û demildest Bîrêz Ocalan azad bibe. Di şerê bi tecrîtê re kûrtîr dibe de, tenê Kurd zirarê nabînin, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê atmosgerê zirarê dibînin. Bila baş bê zanîn biryara DMME fikrên civakê zêdetir kirin.”