Leyla Şaylemez dema hate qetilkirin 24 salî bû, di 1’ê çileya 1989’an de li Mêrsînê ji dayik bû.
Warê wê jî navçeya Amedê Lîce bû.
Piştî malbata wê ji ber zextên dewletê 1987’an koçî Mêrsînê dikin Leyla weke zaroka 3’an a malbatê ji dayik bû, 1997’an çû Almanya cem bavê xwe Cuamalî Şaylemez .
Leyla Şaylemez a ji ber nasnameya xwe ya kurd li Mêrsînê di pêvajoyeke zehmet de derbas bû heman pirsgirêk li Almanyayê jî jiya.
Gavên ewil ên nasnameya polîtîk ên Leyla Şaylemez li vir hatin avêtin.
Bavê wê Cumalî Şaylemez li ser Leyla Şaylemez vê dibêje.
Ez li hemberî têkoşeriya wê heyran dimam. Têkoşîna wê di nava malbatê de dest pê kir. Leylayê pirsgirêkan bi hişekî komunal, bi demokrasiyê bêyî ku neheqiyê li yekî din bike çareser dikir. Hewl dida di vê çarçoveyê de fikran hilberîne. Hem weke bav hem yek ji gel heyranî zanebûna wê ya di temenekî ciwan de û ruhê wê yê têkoşer dimam. Serê min bi wê bilind bû.
Cûmalî Şaylemez bal kişand Leyla bi fikreke ku jinek dikare her tiştî bike mezin bû û di zaroktî û ciwaniya li Almanyayê derbas bû de her tim pirsên “Ez kurd im, çima Kurdistan nîne, kurd çima bi dewletên cuda re di nava hev de ne” ji xwe dipirsîn û wiha domand.
Leyla di çarçoveya van pirsan de di nava lêgerînekê de bû. Dema 24 salî bû li Parîsê hate qetilkirin.
Di nava Ewropayê de bi çavên rojê 3 jin hatin qetilkirin û heta niha faîl an jî faîlên wan nehatine aşkerekirin. 11 sal li ser komkujiyê derbas bûn, em dikevin sala 12’an. Gelê kurd 12 sal in vê komkujiyê lanet dike û adaletê digere. Heke îro bi milyonan kurd bibêjin ‘Leyla nemir e’ ev ji bo min û malbatê rûmeteke. Divê gelê Fransayê jî hesaba vê yekê bipirse.
Cûmali Şaylemez herî dawî wiha got:
Ji bo li dijî kurdan komkujî pêk neyên pêdivî bi rêxistinkirinê heye. Kurd gelê herê qedîm ê kevin ê Mezopotamyayê ye. Zext û komkujiya li dijî gelê kurd di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Ji bo bersivekê bidin van divê em xwe bi rêxistin biki