Jina ciwan a Êzidî Hêza Şengal ku di fermana 73’yan de ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, piştî hewldanek dijwar rizgar bû û niha di nava refên YJŞ’ê de têkoşîna azadiyê dimeşîne.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û hovîtî pêk anî, bi hezaran jin û zarokên Êzidî jî revandibûn. Yek ji wan jî jina ciwan a bi navê Hêza Şengal a ji gundê Digûrê bû.

Di dema êrîşên çeteyan de, gundê wan jî, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû terikandin û bi komkujiyê re rû bi rû hatibûn hiştin. Şêniyên gund xwestibû xwe bigihînin Çiyayê Şengalê, lê çeteyan êrîşî wan kiribû û gelek ji wan kuştin, gelek jin û zarok jî girtin.

Hêza Şengal jî di nava wan kesên hatine revandin de bû. Hêza Şengal jî wekî bi hezaran jinên Êzidî li gelek deverên Iraqê tê gerandin, di avêjin zindanê, hemû cureyên lêdan û îşkenceyê dibîne. Piştre jî dibin Suriyeyê û heman pêkanînan bi serê wê tînin. Lê ew tu caran hêviya xwe winda nake û di encama vê têkoşîna xwe de jî, bi alîkariya şervanên YPG/YPJ’ê ji destê çeteyan rizgar dibe.

Hêza piştî rizgarbûnê jî, berê xwe dide nava refên YJŞ’êdi ku dibêje “Ji bin bûn hêvî û çavkaniya hêzê”.

Hêza Şengal, serpêhatî û têkoşîna xwe ji Rojnews re vegot.

Li ser êrîşên çeteyan û revandina xwe Hêza Şengal ev zanyarî dan: “Ez ji gundê Dugûrê me di fermana 73’yan de piştî ku hêzên xayîn em bi tenê hiştin, me berê xwe da Çiyayê Şengalê. Lê çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrîşî me kir. Ez jî li gel malbat û gelek kesên din hatin girtin.”

Piştî komkujî û revandina gelek kesan, çeteyên hov Hêza jî li gel kesên din di îşkenceyê re derbas dikin. Hêza vê pêvajoyê jî wiha vedibêje:  “Em li gelek cihên Iraqê gerandin û xistin zindanê. Piştre em derbasî Suriyeyê kirin û xistin zindanê. Li wir her çeteyek dihat û bi darê zorê keçên Êzidî dibirin. Ji ber ku em li dijî derdiketin, pir zêde li me dixistin.”

Hêza Şengal, bal kişand ku wan her roj lêdan dixwar, lê jinên Êzidî tu caran teslîm nebûne û got: “Me çend caran derfet dît ku xwe xilas bikin, lê ji ber ku malbatên me di destê wan de bûn, me nekarî xwe xilas bikin.”

Piştî demekê çete Hêza ji malbata wê qut dikin û dibin cihekî din. Ev jî rê vedike ku hêza hewldanên xilasbûna ji destê çeteyan zêdetir bike. Hêza ev hewldana xwe wiha vegot: “Piştî ku çeteyan ez ji malbata xwe qut kirim, min xwe bihêz kir û di meha 7 a 2015’an de ji destê çeteyan reviyam. Ez di meha 7 ya 2015’an de ji destê çeteyan rizgar bûm.”

Hêza Şengal piştî ku ji destê çeteyan xilas dibe, hêrs û nefreta wê ya zêdetir bûye û bi armanca tolhildana hemû jinên Êzidî di meha 8 ya 2015’an de tevlî nava refên YJŞ’ê bûye. Hêza Şengal têkildarî tevlî bûna YJŞ’ê ev agahî dan: “Dema min keçên di nava YJŞ’ê de dîtin, baweriya min zêdetir bû. Min ew hêz xwe dît ku dikarim xwe ji destê dijminan xilas bikim. Wê demê min zanî ka jin çiqas bi hêz e. Min hêza xwe ji jinên YPJ’ê girt û ew ji bo me bûn mînak. Lewma ez jî tevlî nava refên YJŞ’ê bûm. Piştî tevalî bûm, li ser fikra azadî ya Rêber Apo min xwe perwerde kir. Niha jî em amade ne ku tola her jin û zarokek Êzidî hilînin. Her wiha li her cihekî kû dijmin lê hebe, têbikoşin, tola xwe hilînin.”

Hêza Şengalî di dawiya axaftinan xwe de bal kişand ku wekî wê, her jinek Êzidî û hemû jinên cîhanê dikarin xwe perwerde bikin û got: “Min bawer nedikir ku jin karibe xwe wiha bi hêz bikin. Ez pir keyfxweş im ku îro dikarim bi serbilindî tola xwe hilînim. Heta ku jin azad nebe civak azad nabe.”