Tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya li bara grevên birçîbûnê bi çalakiyên bi asta cîhanê wê werin şermezarkirin.

Li welatên Ewropayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya li bara grevên birrçîbûnê ya li dijî tecrîdê bi çalakiyên bêdeng ên ku bi asta cîhanê wê werin kirin wê were şermezarkirin.

Têkilî çalakiyê KCDK-E’yê wiha got:

”Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT), saziyên Ewropayê û hikûmetên Ewropa bêpirsyarî tevdigerin û bêdeng dimînin. Bi van çalakiyan em dixwazin bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê bikin ku werin ser karê xwe û raya giştî berpirsyar bibe.

Li dijî bêdengiya kujer a Ewropayê 13’ê Nîsanê saet 14.00’an li navendên cureber ên cîhanê wê çalakiyên ji mirovên bêdeng çêbibe, em bang li her kesî dikin xwe tevlî çalakiyê bikin.

Navendên ku wê çalakiyên global lê werin kirin; Londra, Parîs, Koln,  Hambûrg, Manheîm, Frankfûrt, Hannover, Berlîn, Nurnber, Strasboûrg, Atîna, Stockholm, Kopenhagen, Graz, Toronto, Lîmassol, Lozan, Taoulouse, Amsterdam û Viyana.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rihekî serferber hêzê bidin vê çalakiyê, hemû derfetê xwe bi kar bîne, li her deverê û meydaê çalakiyên hevşibê vê bi hevkariyê geş bikin.”