Parlamenter Salar Mehmud diya rkir ku bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya hember êrîşa Şengalê tê wateya piştgiriya ji bo dewleta Tirk. Parlamenter got ku ya cihê xemginiyê ewe ku gelek aliyên siyasî li hember êrîşê bêdengin û tu helwestek a wan nîne, pêwîste qada hewayî ya Iraq û Kurdistanê ji Tirkiyeyê re were qedexe kirin.
Erîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Herî dawî dewleta Tirk êrîşê ser Şengalê kir û di encama êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehît bû. Li ser vê yekê Parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd ji RojNews re axivî.
Salar Mehmûd destpêkê diyar kir ku ev ne cara yekeme balafirên şer yên dewleta Tirk sînorên Iraq û Herêma Kurdistan binpê dikin, suc dikin û welatiyên medenî qetil dikin. Mehmud got ku Tirkiye bi van sucan yasaya navdewletî, mafê mirov, destûra Iraqê û yasayên Parlamentoya Herêma Kurdistanê binpê dike.
Parlamenterê Herêma Kurdistanê Salar Mehmûd di dewamê de balkêşa ser binpêkirina qada hewayî a ji aliyê dewleta Tirk ve û got; “Divê em hemû aliyên cîhanê agahdar bikin ku qada hewayî ya Iraq û Kurdistanê ji Tirkiyê re qedexe bikin. Bi salane pîlanên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirian Başûrê Kurdistanê hene. Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statû. Tirkiye nûnertiya eniyek fireh a li dijî gelê Kurd li Rojhilata Navîn dike.”
Salar Mehmûd balkêşa ser şehîd xistina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî jî û diyarkir ku her bêdengiyek dibe xizmet û proseyek zêde ya dagirkirina Başûrê Kurdistan. Salar got; “Min gelek dixwest helwestek a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe, lê mixabin ne tenê bêdengin, hêcetên bê bingeh li ser dagirkeriya Tirk li ser xaka Iraq û Kurdistanê belav dike. Ev helwest hemû dibe alîkar ji bo ku dewleta Tirk sucên mezintir bike. YBŞ û YPJ ji bo ku Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin berxwdaniyek mezin dikin. Jinên Şengalê ji destê çeteyan azad dikin. Ji ber vê yekê êrîşa ser Şengalê ji bilî xemginiyê, ya nexweş bêdengiya aliyên siyasî ya hember êrîşê ye.”
Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Salar Mehmûd bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk rexne kir û got; “Bêdengiya wan ne berpirsyartiya Hikûmeta Iraqê derdixe holê. Li hember berjewendiyên aborî çavê xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk re digrin û ev yek dibe piştgirî ji bo êrîşên ser qada bejahî û hewayî yên artêşa Tirk ser Iraq û Kurdistanê.”