Girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şert heye jî bi pêkanînên keyfî li girtîgehê tên ragirtin.

Herî dawî tevî banga hiqûqnasan û malbata wî, girtiyê nexweş Şakîr Tûran di 30’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dan.

Yek ji girtiyên nexweş ên neyê berdan jî Mehmet Huseyîn Oz ê 34 salî ye.

Huseyin Oz di 17’ê adara 2018’an de li Taxa Beydîllî ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê hate binçavkirin, di 26’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Di 17’ê çileya 2019’an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Oz di girtîgehê de bi nexweşiya epîlepsiyê, di peyre di nexweşiya gurcikan ket û di serê wî de kîst çêbûn.

Huseyin Oz cezaya xwe temam kir û di mijdara 2022’yan de “mafê berdana bişert” wergirt.

Lê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyya Girtîgehê ve bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” bermdana wî 4 caran her car 3 mehan hate taloqkirin.

Herî dawî jî di 25’ê tebaxê de 3 mehên din hate taloqkirin.

Birayê Mehmet Huseyîn Oz, Serhat Oz diyar kir ku kekê wî nikare di girtîgehê de bimîne û xwest bê berdan.

Parêzerê Bulent Dûran got: “Di demên dawî de biryarên lijneyên çavdêriyê û biryarên dadgehên înfazê bûne yek. Bi xespa rayeyê dikevin şûna dadgehan û hewl didin biryarên nû bidin.”

Parêzer gumana xwe derbir ku ji ber nexweşiya wî giran bûye, xeteriya jiyanê li ber muwekîlê wî Huseyin Oz heye.

Parêzer Bulent Duran got:

Ji bo ku demildest bê emeliyat kirin û tedawîkirin, pêwîste tavilê were berdan.