Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe seferberê dagirkirina Başûrê Kurdistanê û xaka Iraqê kiriye.

Ji bo wê jî di mehên borî de trafîka dîplomasiyê gihandin asta herî jor.

Roja 13’ê Îlonê çekdarên PDK’ê bi 200 wesayîtên zirxî, kel û pelên leşkerî, çekên giran, tank û panzer û çekdar veguhestibû herêma Sîdekan a girêdayî herêma Biradost.

Roja piştî vê 14’ê îlonê di bin ala Iraqê û etîketa ‘hêzên pasevanên sînor’ de êrişî çeperên gerîla kiribûn û di encama bersivdayîna gerîlayan de şer derketibû.

Çavkaniyên herêmî yên pêbawer diyar dikin PDK dixwaze di bin ala Iraq û navê parêzvanên (pasawan) sînor de li dijî herêmên gerîla bikeve nava êrişekê.

Armanca wê jî berfirehkirina dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK li Biradostê amadekariyên ji bo êrişek li ser gerîla dikin û bi navê pasewanên sînor hêzeke mezin li gel çekên giran kişandiye herêmê.

Her wiha gelek xelkê herêmê ji cih û warên wan hatine derxistin.

Berdevkê malbenda 3 ya Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNK ya Hewlêrê Mehmud Xoşnav rewşa dawî nirxand.

Xoşnav diyar kir ku planê dewleta Tirk li Iraqê ewe ku desthilata xwe li Nînova, Kerkûk, Diyale heta Bexdayê berfireh bike.

Û got: Ev rewş dê aramiya İraqê têk bibe û xwest li beramberî vê projeya xirab û metirsîdar a Tirkiyeyê rawestin.

Mehmud Xoşnav got:

“Dewleta Tirk Silêmanî û YNK’ê kir armanc, ji ber ew nabin parçeyek ji plana Tirkiyeyê. Li dijî vê plana berfirehkirinê radiwestin. Lê hinek aliyên Iraqê hene ku ji bo pêkanîna rojeva Tirkiyeyê kar dikin. Dixwazin Tirkiye hîn zêdetir di warê leşkerî û siyasî de were nav Iraqê, ev jî metirsîdare.”

Xoşnav got: Ger Iraq helwestek wêrekane raber neke, Tirkiye wê plana metirsîdar a berfirehkirinê pêk bîne.”